Saturday 21 September 2024

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta 54. salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta pencih û çaremîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê ve pîrozbahiyê li Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendiya Yekîtiya Zanayan û hemû mamostayên ola pîroza Îslamê li Kurdistanê dikim.

Damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê li ser destê Barzaniyê Nemir tekez kirinek bû li ser rol û pêgeha mamostayên ola îslamî ya li beşdarîkirina wan li xebata neteweyî û niştimanî û bilind ragirtina resenayetî û bihayên olî û kultûra pêkvejiyanê li nav civaka Kurdistanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd.

Herdem ew çaverêyî li zanayên olî û mamostayên birêz heye rola xwe ya bi bandor li bihêzkirina hesta niştimanperewerî û bihayên mirovî û tebayî û pêkvejiyanê û hişyarkirina cemawer de bibînin.

Li vê helkefta dîrokî de hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê û hemû mamostayên birêz re dixwazim û spasî keda wan û erkên wan yên pîroz dikim.
Xwedayê mezin pişt û penaya me hemû aliyek bê.

Mesûd Barzanî
21.09.2024