Saturday 15 June 2024

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna pîroza Qurbanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna pîroza Qurbanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşdiviyê Kurdistanê dikim.

Li vê helkefta pîroz da ji xwedayê mezin hêvîdarim xêr û xweşî û aramiyê ji bo xelkê Kurdistanê pêkbîne û ev cejna pîroz bibê sedema berqerarbûna aştî û aramiya li navçeya me û hemû cîhanê da.

Cejna we pîroz bê û bimînin bi xêr û xweşiyê da...

Mesûd Barzanî
15ê hezîrana 2024