Saturday 3 January 2026

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta Cejna Qewltasê



Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi helkefta hatina Cejna Qewltas a Kakeyiyan, pîrozbahiyên germ pêşkêşî xwûşk û birayên Kakeyî li Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê dikim.

Kurdistan welatê lihevkirin, birayetî û pêkvejiyanê ye û hêvîdar im ku xwûşk û birayên Kakeyî û hemû pêkhatên din yên olî û neteweyî yên Kurdistanê, her dem helkeft û cejn û şahiyên xwe di bin sêwana aramî û bexteweriyê de pîroz bikin.

Her di xêr û xweşiyê de bin.

Mesûd Barzanî
03.01.2026