Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên cîhan û Iraq û Kurdistanê dikim. Pîrozbahiya cejna remezanê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê dikim.
Li vê helkefta pîroz da hêviya xweşî û aramiyê ji bo xelkê xweşdiviyê Kurdistanê re dixwazim û ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û îbadeta hemû misilmanan qebûl bike û vê cejnê aştî û xêr û aramiyê ji bo hemû mirovayetiyê pêkbîne.
Mesûd Barzanî
29 ê Remezana 1446 ê Koçî
29 ê Adara 2025 ê Zayînî