Sunday 26 May 2024

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta çil û heştemîn salvegera şoreşa Gulanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şoreşa Gulan qonaxekî girîngê dîrokiya gelê me û ezmûnekî pir bihaya berxwedan û rabûna gelê Kurdistanê ye. Li rewşa piştî şikest û koçberî û li jêr guvaşên cûr bi cûrê neyaran da karîn bi planekî hûr û baweriyeke bilind şoreşa Gulanê destpêbikin. Şoreşa Gulanê ku hilgirê biha û armancên şoreşa mezina Eylûlê bû peyamekî rûn û zelal bi hemû nehez û neyarên gelê Kurdistan da, ku ji bilî bihêzî û sîtemkariya dijminan û hebûna plangeriyên cûr bi cûr, gelê Kurdistanê xwe bi dest neda û zarok û gedeyên wê têkoşîna xwe ji bo qada rastiya xebatl ku axa pîroza Kurdistane veguhestin.

Li çil û heştehemîn salvegera şoreşa Gulanê da silav ji bo canê yekem şehîdê şoreşa Gulanê şehîd Seyid Abdulla Hacî Omeranî û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînîn û ew têkoşer û qehreman jî tu carî nayên ji bîr kirin ku li xebata Pêşmergayetî û hizbî û xebata nihêniya nava bajar û li koçberiyê da rola xwe li şoreşa Gulanê da hebû û qurbaniyê dane û dîrok ji bo gelê xwe dirust kirine. Ew destkeftên bi dest hatine berhemê xwîna şehîdan û ked û xebata gel û Pêşmerge û xebatgêrên şoreşa Gulan û hemû şoreşên gelê Kurdistanê ye.

Mesûd Barzanî
26.05.2024