Thursday 5 June 2025

Peyama Serok Barzanî ya cejna pîroza Qurbanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna pîroza Qurbanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşdiviyê Kurdistanê dikim.

Di demek da ber bi vê cejna pîroz ve diçîn ku bi biryareke nerewa û zalimane qût û mûçeya xelkê Herêma Kurdistanê ji aliyê desthilatdarên Bexdayê ve hatiye birîn. Birîna mûçe û siyaseta birçîkirina bi civaka gelê Kurdistanê hîç cûdahiyek ligel enfal û kîmyabaran û wan jenosaydan nîne ku rejîmên berê li dijî gelê Kurdistanê de encam dane. Lê belê îradeya gelê Kurdistanê ji wan hemû sîtemkarî û tawan û enfalek bihêztir û bilindtire. Bila ewên dijayetiya xelk û Herêma Kurdistanê dikin temaşa dîrokê bikin, gelê Kurdistanê li beranber wan hemû guvaş û zebir û zengek da xweragir bû û bi ser neyar û tawanbaran da serket û her peşîmanî ji bo zordaran ma.

Li vê helkefta pîroz da ji bilî wê yekê spasiya xweragirî û camêrî û serbilindiya yek bi yekê gelê me dikim, ji xwedayê mezin hêvîdar im xêr û bexteweriyê ji bo Kurdistan û Iraq û aştî û aramiyê ji bo navçeya me û hemû cîhanê pêkbîne.

Mesûd Barzanî
05 ê hezîrana 2025