Saturday 14 September 2024

Peyama Serok Barzanî ya ji bo bîranîna ji dayikbûna pêxemberê Îslamê (Bîranîna Mewludê)



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta bîranîna mewludê û ji dayikbûna pêxemberê mezin hezretî Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bê) germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdarîn li vê helkefta pîroz da dergeha dilovanî û bereketê ji bo gelê Kurdistanê û hemû gelên navçeyê veke û xêr û aştî û pêkvejiyanê li seranserê cîhanê bigre.

Wesselamun aleykum we rehmetullah we bereketuhu

Mesûd Barzanî
11ê Rebîul Awel 1446
14ê Eylûla 2024