Thursday 6 February 2025

Peyama Serok Barzanî ya ji bo bîranîna ragihandina Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta sîh û yekemîn salvegera ragihandina Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê pîrozbahiyê li birayê birêz Mamosta Selaheddîn Behaedîn Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê û serkirdayetî û endam û alîgirên Yekgirtiya Îslamî dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan dixwazim.

Li vê bîranînê de rûmeta me ji bo rol û bandora Yekgirtiya Îslamî û serkirdayetiya wê ya li proseya siyasiya Kurdistan û Iraqê û helwestên wan yên li wêstgehên cûda cûda de heye.

Her wiha tekez jî li pêwîstiya pêkveyî û tebahiya di navbera aliyên siyasî û destgirtina bi hêlên stratejî û berjewendiyên gelê me dikîn.

Mesûd Barzanî
06.02.2025