Saturday 11 May 2024

Peyama Serok Barzanî ya ji bo salvegera damezrandina Bingeha Lalişê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan Serok û Endamên Desteya Bilinda Bingeha Lalişê

Bi helkefta sîh û yek saliya damezrandina Bingeha Lalişê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û endam û kadirên Bingeha Laliş û hemû xûşk û birayên Êzdî dikim. Bingehê Lalişê di salên bihûrî da di gel hemû berbest û astengiyan, bi hewla xemxûr û kadir û rewşenbîrên civaka Êzdî, xizmeteka ber bi çav pêşkêşî kultûrê gelê Kurdistanê û parastina nerîtên civaka Êzdiyan kiriye.

Piştevaniyê li tevger û ked û xebata Bingehê dikim û hêviya berdewamiyê û pêşkêftinê ji bo we û hêviya aramî û xweşiyê ji bo hemû xûşk û birayên Êzdiyan re dixwazim û her serkeftî bin.

Bimînin di xêr û xweşiyan da.

Mesûd Barzanî
11ê Gulana 2024