Saturday 3 August 2024

Peyama Serok Barzanî ya li bîranîna deh saliya jenosayda Şingalê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Jenosayda Şingalê û ew tawanên terorîstên Da'îş deh sal berî niha li dijî xûşk û birayên me yên Êzdiyan encam da, birîneke li ser laşê gelê Kurdistanê. Ew tawan wekî berdewamiya wan jenosayd û komkujî û tawanane ku bi dirêjahiya dîrokê beranber gelê Kurdistanê hatine encam dan. Xûşk û birayên me yên Êzdî ji ber Kurdbûn û bîr û baweriya ola xwe ketine ber lehiya rik û dirindeyî ya tawanbarên Da'îşê û hatine jenosayd kirin.

Li dehemîn salvegera wan karesatan da silav ji bo giyanê şehîdan û cangoriyên wan tawanan re dişînîn û silav ji bo giyanê wan Pêşmergeyên qehremanan re dişînîn ku ji bo şikandina dorpêça çiyayê Şingalê û azadkirina bajarê Şingalê xwîna xwe bexşîn û serê Da'îşê dirinde xistin bin lingê xûşk û birayên me yên Êzdiyan û tola wê neheqî û zulmê ji terorîstan kirin.

Li vê bîranîna diltezîn da tekez li wê yekê dikîn ku bi hemû şiyanek ve palpiştiya maf û daxwaziyên xûşk û birayên me yên Êzdî û nîştecihên devera Şingalê ne. Pêwîste rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê bê bi cîh kirin û ew rewşa ne yasayî û ne asayiya deh sale bi neheq li ser xelkê wê deverê hatiye sepandin bi dawî bibe. Pêwîste dawî bi wê yekê bê aliyên siyasî jan û êşên Şingalê ji bo merama siyasî û xwesepandinê û aloztirkirina rewşa Şingalê bikar bînin û divê rê bidin xûşk û birayên me yên Êzdî yên li Şingalê bi serbilindî vegerin ser mal û warên xwe û li aştî û aramiyê da bijîn.

Mesûd Barzanî
03.08.2024