Sunday 25 August 2024

Peyama Serok Barzanî ya li bîranîna sîh û şeş saliya Enfala Behdînan



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Sîh û şeş sal berî niha li bîst û pêncê Tebaxa 1988 heta şeşa Eylûla 1988 li dirêjahiya zincîre tawanên rejîma Iraqê li dijî xelkê Kurdistanê, beşekî zêdeyê navçe û gundên devera Behdînanê ji aliyê hêzên rejîma wê demê ya Iraqê da ketin ber operasyona nemirovaneya kîmyabarankirin û girtin û kuştin û veguhestina bi zorê û Enfalkirina welatiyên bê tawan.

Li encama wê tawana nemirovane da, bi hezaran welatiyên Kurdistanê şehîd û bêserûşûn û koçber kirin û sedan gund jî xerakirin. Armanca wan tawanên rejîma berê ya Iraqê şikandina îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo piştevanîkirina şoreş û dirêjepêdana bi siyaseta guherîna demografiya Kurdistanê bû.

Li salvegera Enfala Behdînanê da, silavê ji bo giyanê pakê şehîdên wê tawanê û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn û bi tundî jî pêdagiriyê li ser mafên rewayên gelê xwe dikîn. Ew tawan nabê bêne ji bîr kirin û pêwîste dewleta Iraqê qerebûya jenosayd û tawan û wan hemû sîtemkariyan bike ku li dijî gelê me hatine encamdan.

Mesûd Barzanî
25ê Tebaxa 2024