Thursday 27 June 2024

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo birêz Usame Nuceyfî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayê minê birêz Usame Ebdulezîz Nuceyfî!

Bi xemeke mezin ve nûçeya koça dawî ya birêz (Ebdulezîz Nuceyfî) bavê we yê birêz gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn pirse û sersaxiyê pêşkêşî we yên birêz û tevahiya malbat û kesukarên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî yê bavê we bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)


Mesûd Barzanî
26ê hezîranî 2024