Friday 6 February 2026

Peyama Sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo Dr. Nûrî Osman



Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêz Doktor Nûrî Osman

Mixabin, me nûçeya koça dawî ya Xatûna (Zekiye Emîn Ebdulrehman) a dayika we ya birêz bihîst.

Sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî we û malbat û kesûkar û nasên we dikin û xwe di şîna we de hevparê xema we dizanin.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku giyanê dayika we ya xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bide me hemûyan.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
6ê Sibatê 2026