Thursday 1 August 2024

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Mulazim Xidir



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya têkoşerê navdar Ferîq (Na'man Alwan Sehîl Altemîmî) naskirî bi Mulazim Xidir gihîşt me. Mulazim Xidir kesayetî û xebatkareke hizba Şuî ya Iraqî û nêzîkî Barzaniyê Nemir û dostê doza rewaya gelê Kurdistanê bû ku jiyana xwe li Pêşmergayetî û xebata dijî dîktatoriyetê terxan kir.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û hevalên xwedê jêrazî Mulazim Xidir û her wiha hevalên wî yên li hizba Şuî ya Iraqî û tevahiya xebatgêrên Iraq û Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)


Mesûd Barzanî
01ê Tebaxa 2024