Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetî û siyasetmedarê Tirkiye û Hevserokê berê yê DEM Partî û Birîkarê Serokê Parlemena Tirkiye (Sirri Sureyya Onder) gihîşt me. Xwedê jêrazî Sirri Sureyya Onder ku Endamê Şanda Îmralî jî bû, beşeke zêdeyê jiyana xwe ji bo xebata siyasî û aştiyane terxan kir û hewlên wî yên ber bi çareseriya aştiyê li Tirkiye cihê rêz û rûmeteke zêdeye.
Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û dost û heval û rêhevalên xwedê jêrazî Sirri Sureyya Onder û serkirdayetî û endam û alîgirên DEM Partî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
03 ê Gulana 2025