Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta diyarkirina dema hilbijartina xula şeşema Parlemena Kurdistanê li 20ê cotmeha 2024 destxweşiyê li Serokayetiya Herêma Kurdistanê dikim. Palpiştiyê li encamdana hilbijartinekî bê asteng û dûrî li destêwerdanê dikîn.
Xwazyarîn aliyên siyasî li berçavgirtina rewşa Herêma Kurdistanê bi berpirsiyariyê ve hevkarbin ji bo serxistina proseyeke demokrasiyane û parastina aramî û pêkvejiyanê.
Mesûd Barzanî
26ê hezîrana 2024