Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Piştî demeke dirêj ya rûxana rejîma berê ya Iraqê, di encamê de îro Encûmena Nûnerên Iraqê li hengaveke girîng da deng bi "Proje yasaya hilweşandina biryarên Encûmena Serkirdayetiya Be'esa hilweşiyayî" da ku taybete bi vegerandina zevî û erdan bi xwediyên wan yên resen. Ev biryare li cihê xwe da ye û vegerandina mafe ji bo xwediyên maf, bi vê helkeftê destxweşiyê li Serokayetiya Encûmena Nûnerên Iraqê û Fraksiyonên Kurdistanî û wan hemû aliyan dikim ku rola wan li derbaskirin û pejirandina vê proje yasayê de hebûye û spasiya wan dikim.
Hêvîdarim eve destpêkek bê ji bo rastkirina wan hemû şaşî û nerastiyên ku li dijî berjewendiya welatiyên Iraqê bi dirêjahiya dîrokê de dewleta Iraqê encam daye.
Mesûd Barzanî
21.01.2025