Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Cihê xweşhaliyê ye hejmareke zêdeyê welatiyên Kurd bi coşiyeke bêhempa de beşdariyê li ahenga Newrozê ya li bajarê Koln ya Almanya yê kirin. Beşdariya wê hejmara zêde ya Kurdistaniyên delal, dildar û şopînerên rêbaza Kurdayetî û niştimanperweriyê, ya li vê kombûnê da, peyameke zelale ji bo karîn û zîndîbûna revenda Kurdî ya li derveyê welat û nîşana ewe ye jî ku zarok û gedeyên gelê me li derveyê welat hêzeke mezinin û ji bo piştgirîkina doza rewa ya gelê Kurdistanê li navendên cîhanî û li nava raya giştî ya cîhanî de herdem amadene.
Her çende li ahenga bajarê Kolnê de desteke ne emîn hewla têkdan û alozî derxistinê dan û li weşana zindî de xwestin peyama kombûna cemaweriya Newroza Kolnê ji rê derbixin. Lê belê deng û rengê rastî ya beşdarbûyan, rê bi wê yekê neda ew hewl serî bigrin û li wê ahengê da rêbaza dilsoziya welat û Kurdistanîbûnê biserket.
Li vir da spasî yek bi yek wan ezîz û xweşdiviyan dikim ku bi coşiya Kurdane û bi rûheke niştimanperwerane peyama aştîxwazaneya gelê xwe, li wê ahenga bi rûmet da bi cîhanê gihandin û destxweşiyê li wan dikim.
Hêvîdarim herdem li xweşî û cejn û şadiyê da bin, silav li wan hemû xebatkar, azadîxwaz û dilsozên Kurd yên li her cîhekê cîhanê bin.
Mesûd Barzanî
23 ê Adara 2025