Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Min rûmeteke zêde ji bo Dr. Şaxewan Ebdullah heye ku di dema borî de di xebatên xwe yên parlamenterî û hizbî de roleke çalak û kedeke mezin daye. Destxweşiyê lê dikim ku erk û karên xwe bi ruhekî niştimanperwerane bi cih aniye, her dem bi awayekî baş bi rêkaran û dîsîplîna hizbî ve girêdayî bûye û cihê baweriyê bûye.
Berjewendiyên gelê Kurdistanê û Partiyê xwest ku Dr. Şaxewan ji pêvajoya xweberbijêrkirina bo posta Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê xwe vekişîne. Ligel vê jî, ez ji wê yekê piştrast im ku Dr. Şaxewan Kurdekî wêrek û hêja yê vî miletî ye, li kîjan cihî û di kîjan payeyê de be, kurê Partiyê ye û dê erk û karên xwe bi awayê herî baş bi cih bîne û cihê baweriya me ye.
Mesûd Barzanî
30ê Kanûna Yekem a 2025