Monday 12 January 2026

‎Peyamek ji Serok Barzanî



Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Di bertekên li hember bûyerên çend rojên borî yên bajarê Helebê, mixabin li hin dezgehên medyayî, medyaya civakî û navendên din, kampanyayek li dijî wan welatiyên Ereb ên Sûriyeyî yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn, tê dîtin. Ev cure kampanya û tevger ne li cihê xwe ne û bi ti awayî li gorî prensîb û nirxên gelê Kurdistanê nînin û li dijî siyaseta giştî û nêrîna giştî ya saziyên Herêma Kurdistanê ne.

Di rastiyê de, sûcên ku ji aliyê hinekan ve tên kirin, divê neyên xistin ser milê kesên din ku tu têkiliya wan bi wan tawanan re tunebûye. Divê rêz li wan penaber û welatiyên Ereb ên Sûriyeyî were girtin ku li Herêma Kurdistanê penaber bûne û li vir dijîn û pêwîst e dawî li vê kampanyaya nebaş were anîn û aliyên peywendîdar rê li ber dubarebûna van tevgeran bigirin.

Mesûd Barzanî
12.01.2026