Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji wan kêşe û alozî û şerên ku li herêmê de heye, lê mixabin komek kes hene ku bêyî ku kesek rê li ber wan bigire, balê dikşînin ser vê yekê ku çawa û bi çi rêyê dijayetiya Herêma Kurdistanê bikin û her tim bi neheqî êrîşî Herêm û Pêşmerge dikin û dibin tehdît li ser jiyan û aramîya xelkê Kurdistanê.
Di dirêjahiya salên borî de bi dehan caran bi zilm û bê hincet, bi dron û mûşekan êrîşî Herêma Kurdistanê û baregehên Pêşmerge kirine û xelkê bêguneh şehîd û birîndar kirine. Ji dema ku ev şer dest pê kiriye zêdetirê 450 caran bi mûşek û dronan êrîşî Herêma Kurdistanê û baregehên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kirine. Di heman demê de pênc caran êrîşî baregeha me kirine, lê me bêdengî hilbijart da ku di nav gel de xemgînî û hêrs çênebe. Doh jî li bajarê Dihokê bi dronê êrîşî mala Serokê Herêmê kirin. Mijar ne mala kesî an baregeha kesî ye, her derê Kurdistanê û her mala Kurdistaniyan li cem me xwedî qîmet e.
Ev cure êrîş şerfiroşiyeke eşkere û zilmeke mezin û destdirêjî û neheqiyeke mezin e li hember Herêma Kurdistanê û divê çareseriyeke ciddî û yekcarekî ji bo wan bê dîtin. Di rastiyê de, ev yek bi şermezarkirin, telefon, peyam û komîteyan çareser nabe. Desthilatdarên Iraqê divê xwe zelal bikin û an ragihînin ku nikarin rê li ber wan komên derqanûnî bigirin, an jî divê bi ciddî bêne ser rê û dewletê biparêzin û rêkarên ciddî bigirin da ku êdî rê neyê dayîn êrîş û neheqî li ser Herêma Kurdistanê bên kirin.
Li vir em dubare dikin, gelê Kurdistanê bi îradeyeke polayî parastina peyama xwe ya aştiyane û doza xwe ya rewa dike û ti gef, êrîş û dijminek nekariye û nikare wê îradeyê bişkîne.
Mesûd Barzanî
29ê Adarê 2026