20 ê Ayar(Gulan) li jiyana min da bîranîneke bi rûmete. Berî pêncih sal û li rojekî wekî îro da bûme Pêşmerge. Ev bîranîn herdem ji bo min jêderê mezintirîn şanaziyê bûye.
Li rêkefta 20 ê Ayara 1962 li geliya Bêxme min pêwendî bi baregeha Barzaniyê Nemir kir û bi fermî çûme nav rêzên Pêşmerge. Rewşa siyasiya berî şoreş û piştî şoreşê, rewşeke afirandibû ku bavê me zêdetirê dem dûrî li mal û malbatê bê. Ji bo wê yekê min daxwaziya xwe ya pêwendiya bi rêzên şoreşê ve bi rêya nameyê min ji bo bavê xwe şand. Ji bilî rizamendiya bavê min, bi hewlekî zêdeyê rizamendiya Îdrîsê birayê min û Şêx Babo yê Mamê min, piştî wan hemûyan diviya rizamendiya mezinê me Şêx Ehmed Barzanî werbigrim. Naveroka çawayiya pêwendîkirina min ya şoreşa Eylul û rêzên Pêşmerge de min li berga sêyema kitêba Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaza Kurd da li beşa şoreşa Eylul da behs kiriye*. Heta niha jî bîranîna min ya sat bi satî çawayiya çûna min ya berev bereyê Pêşmerge û baregeha Barzanî ji bo min xweşî bexşe û beşeke ji bîranînên min ya herî xweşên jiyana min.
Hezkirina min ya gihîştina nav rêzên Pêşmerge ya li wê temenê de, şanaziyekî mezin bi navê Pêşmerge ve hatibû afirandin, ji bo wê yekê jî mezintirîn şanaziya min ya li jiyanê da bûna bi Pêşmerge bû.
Bi bawerî û hêviyeke mezin ve bûme Pêşmerge, bawerî bi doza rewaya Kurd û hêviya serkeftinê bingeha baweriya Pêşmergayetiye. Wekî Pêşmergeyên din armanca min xebata bi navê azadî û nîştiman û pêkanîna mafê rewayên Kurd bû. Xebatek bû bi navê bercestekirina kerameta Kurd li beramber hemû hewlên jêbirina Kurd de. Herdem handerê minê berdewam û silnekirina li xebat û rûyê wan Pêşmergeyan bûye. Li hemû evraz û nişûvên qonaxên cûda cûdayên xebat û guhertinên li erk û berpirsiyariyetî da take tiştê ku li cem min neguheriye ew rûyê Pêşmerganeye bûye. Piştî pencih sal li xebata siyasî û Pêşmergayetî jî ji bo yek çirke ew baweriya ku bi wê sedemê bûme Pêşmerge leq nebûye û bigre bi hêztir bûye. Li Zaxo heta Pênciwîn, çûme dever bi deverên Kurdistanê û çendîn car li gel çendîn heval û biraderan pêkve bûyîn û piştî çend demjimêrek, cenazeyên wan dihatin, eve jî wiha kiriye ku evîniya ax û xelkê Kurdistanê li gel xwîna min têkilhev bibe. Li cem min gelek balkêşe, ku hinek kes wiha hizir bikin, piştî pêncih sal xebat û Pêşmergayetiya min, dev ji dozek berdim ku min hemû temena xwe bi navê wê da daye.
Ezmûna Pêşmergayetî ji bo min mezintirîn xwendingeh bûye û li wê xwendingeha Pêşmergeyan de me mamostayekî mezin wekî Barzaniyê Nemir hebûye. Şîretên Barzaniyê Nemir çi wekî bavek û çi wekî rêberek rênîşanderê jiyan û xebata min bûye. Dikarim bibêjim hewêna xweragirî û wêrekiya me ya li Xebat da ew şîretên bavên min bû ku (li şikestê da bêhêvî nebîn û li serkeftinê da ser xwe ve neçin). Ev şîret herdem li ber çavê min bûye û dibe û fakterekî bi hêzê berdewame.
Niha li encama xebat û qurbanîdana zêde hêza Pêşmerge û hemû çîn û tuwêjên gelê me de, pirsa Kurd pêşveçûneke mezin bi xwe ve ditiye û bi hêviya xwedê û bi pişt bestina bi hêz û îradeya gel destkeftên zêdetir jî bi dest tên. Li vê navberê de ewê pêwîst eweye ku hemû aliyek me giyanê xebata Pêşmergane li nav xwe da biparêzîn û berjewendiya bilinda nîştiman deynin li ser rûyê her berjewendiyekî din. Li vê demê de ji her demeke zêdetir pêwîstiya me bi wê xebata pak û bêgerde heye da ku kêmasiyan çareserbikin û daxwaziyên gel li çaksazî û dabînkirina jiyanekî hêja û parastina kerameta wan bête mîsoger kirin. Yekrêziya me ya niha mîsogeriya berdewama serkeftina meye û parastina vê yekrêziyê jî erkê ser şanê me hemû aliyeke. Xebata me berdewame û armanca me ku bi rêya aştiyane bi hemû armancên xwe bikin û tu hêzek jî nikarê rê li daxwaza gelekî yekgirtî û teba bigrê.
Li vê helkeftê de cihê xweye serê rêz û hûrmetê ji bo wan hemû Pêşmergeyan nizim bikim ku giyana xwe ji bo serbilindiya gel û nîştimana xwe bext kir, bîranîna wan hemû heval û hevsengerên min bixêr û îro li her cîhek bin rêzên min ji bo wan heye û hêviya serkeftina bi berdewam ji bo wan dixwazim.
Heta li jiyanê da mabim her Pêşmergeyeke Kurdistanim