Tuesday 18 February 2025

Serok Barzanî pîrozbahiyê li her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyan û Lawên Kurdistanê kir



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta heftih û duyemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên(Xwendekarên) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî her du Sekreteriyeta Qutabiyan û Lawan û hemû xwendekar û ciwan û lawên xweşdiviyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan dixwazim.

Xwendekar û lawên Kurdistanê her di dema damezrandina rêxistina wan û li qonaxa şoreşa Eylûlê heta niha roleke wan ya ber bi çav li xebata gelê me da hebûye. Her du rêxistin xwendingeha pêgihandina gedeyên hişyar û wêrek û serkirdeyên bi şiyan û ji bo tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê cihê perwerdebûna ûze û enerjî û nefesa nû bûne. Law û xwendekar li rêya xebat û têkoşîna xwe da şehîd û cangoriyê dane.

Li vê bîranînê da ew çaverêyî li xwendekar û lawên azîz heye ku pêdagirê bihayên bilindên rêbaza Kurdayetî û niştimanperweriyê bin û di heman demê de jî bi çekê zanist û dahênanê kar ji bo pêgihandina ciwan û lawên hişyar û bawerî bi xwe bûyî bikin. Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê herdem cihê hêviyê ne û divê herdem li asta çaverêyi ya civakê û doza rewaya gelê Kurdistanê da bin.

Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û bimînin bi xêr û xweşiyê da.

Mesûd Barzanî
18 ê Şubata 2025