Roja Yekşemê, 8ê Adara 2026an, Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê peywendiyê bi birêz Şêx Cefer Şêx Mistefa re kir.
Di vê peywendiya telefoniyê de, Serok Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe ji Şêx Cefer Şêx Mistefa, malbata wî û nasên wî re ji ber koça dawî ya birayê wî (Şêx Husên Şêx Mistefa) anî ziman.