Monday 29 July 2024

Serok Barzanî sersaxiyê li Şêx Nehro Kesnezanî kir



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Şêx Nehro Kesnezanî Rêberê Terîqeta Qadirî

Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya (Xandî Şêx Mihemed)ê birayê we yên birêz gihîşt me.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz û kesukarên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê birayê we yê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)


Mesûd Barzanî
28ê temmûza 2024